Li Sûdanê qedexeya derketina derva hat rakirin

Ebdilfettah el-Burhanê Serokê Konseya Berwext ya Eskerî ya li Sûdanê ragihand ku qedexeya derketina derva hatiye rakirin

Li Sûdanê qedexeya derketina derva hat rakirin

Ebdilfettah el-Burhanê Serokê Konseya Berwext ya Eskerî ya li Sûdanê ragihand ku qedexeya derketina derva hatiye rakirin.

Burhan di axaftina xwe ya ku di televîzyona dewletê zindî hat weşandin da diyar kir ku qedexeya derketina derva ya li welêt hat rakirin.

Burhan da zanîn ku li Sûdanê li hemû wilayetan walî ji peywir hatin dûrxistin û destnîşan kir ku heyama derbasbûnê ya li welêt jî herî zêde dê 2 sal be paşê dê birêvebiriyê dewrî hikûmeta sivîl a ku dê gel ava bike bikin.

Burhan qal kir ku dê herkesê ku tevî kuştina mesûman û gendeliyê bûne bên darizandin û herwiha ji bo ku li welêt jiyan normalîze bibe ji welatiyan dixwazin ku piştgiriyê bidin.

Wezîrê Parastinê Awad bîn Awf di 11ê nîsanê da bi wesfê serokê Konseya Ewlehiyê ya Bilind di televîzyona dewletê da axivîbû û ragihandibû ku artêşê dest danî ser birêvebiriyê û heyama derbasbûnê ya 2 salî dest pê kir.

Lêbelê 24 saet piştî ku artêşê dest danî ser birêvebiriyê û Bîn Awf li Sûdanê wek Serokê Konseya Berwext a Eskerî sond xwar eşkere kiribû ku dev ji peywirê berdaye û sûna xwe Ebdilfetah el- Burhan hilbijartiye.

Piştî ku Bîn Awf dev ji peywirê berda Burhan şeva din sond xwar û dest bi peywirê kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE