Li Sûdanê rêveberên payebilind hatin girtin

Li Sûdanê kesayetên payebilind ên ji partiya Serokkomarê têkçûyî Omer el-Beşîr hatin girtin

Li Sûdanê rêveberên payebilind hatin girtin

Li Sûdanê kesayetên payebilind ên ji Partiya Kongreya Neteweyî (UKP) ku serokê wê Serokkomarê têkçûyî Omer el-Beşîr e, hatin girtin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya xumalî, alîkarê berê yê Beşîr, Elî Osman Mihemed Taha, alîkarê wî Nafî Elî Nafî, Serokê berê yê Meclisê Ehmed Îbrahîm et-Tahîr şandin Girtîgeha Navendî Kuberê ya li paytextê.

Herwiha hatibû ragihandin ku di operasyonên binçavkirina endamên UKPyê da Serokê Meclisê Îbrahîm Ehmed Omer, Waliyê berê yê Xartûmê Ebdulrahman Hazir, karsazên Sûdanî Cemal el-Walî, Ebdulbasît Hemze û Cemal Zamkan û herwiha Wezîrê Parastinê Ebdurahîm Mihemed Huseyîn hatibûn binçavkirin û dû ra şandibûn girtîgehê.

Hatibû ragihandin ku Beşîr jî çarşema çûyî neqlî Girtîgeha Navendî Kuberê kirin.

- Geşedanên li Sûdanê

Wezîrê Parastina Sûdanê Awad bîn Awf 11ê nîsanê di têlevîzyona dewletê da di axaftina xwe ya ku bi rengdêrê Serokê Konseya Bilind a Ewlekariyê kir da diyar kiribû ku artêşê dest danî ser rêveberiya welêt, serdema berwext a ji bo du salan dest pê kir û Omer el-Beşîr jî hat girtin, lêbelê Bîn Awf hê 24 saet di ser sonda wî ya ku wekî Serokê Konseya Eskerî ya Berwext xwend ra derbas nebû, dest ji peywirê kişand û ragihand ku Ebdulfetah el-Birhan derbasî şûna wî bû.

Piştî ku Bîn Awf dest ji peywirê kişandibû, Birhan derbasî ser Konseya Eskerî ya Berwext bûbû û di 13ê nîsanê da jî biryarname weşandibû û ragihandibû ku wî 8 kes wekî endamên konseyê peywirdar kirin.

Ji artêşê 6 û ji ewlekarî û îstixbaratê jî ji her yekî yek bi tevahî 8 kes ji bo endametiya Konseya Eskerî ya Berwext hatibûn peywirdarkirin. Van kesan jî sond xwaribûn û dest bi wezîfeyê kiribûn.

Li Sûdanê ji 19ê Berfanbara 2019an vir va xwepêşandan dihatin kirin ku bihabûna şertên jiyanê dihat protestokirin û herwiha ji Beşîr jî dixwestin ku dev ji peywirê berde.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE