Li Sûdanê Serokê Konseya Berwext a Eskerî yê nû

Orgeneral Ebdilfetah Burhan bû Serokê Konseya Berwext a Eskerî yê nû.

Li Sûdanê Serokê Konseya Berwext a Eskerî yê nû

Ewad bîn Ewfê Serokê Konseya Berwext a Eskerî û Wezîrê Parastinê diyar kir ku bi dilê xwe dev ji wezîfeya xwe berda.

Orgeneral Ebdilfetah Burhan bû Serokê Konseya Berwext a Eskerî yê nû. Orgeneral Kemal Ebdilmerufê alîkarê serokê konseyê ji wezîfeyê hat hildan.

Orgeneral Ebdilfetah Burhanê Serokê Konseya Berwext a Eskerî yê nû sond xwar û dest bi wezîfeyê kir.

Bîn Ewf piştî ku artêşê dest da ser rêveberiyê wekî Serokê Konseya Berwext a Eskerî sond xwaribû, hê 24 saet derbas nebibû ku got dev ji wezîfeyê berdide.

Ewad bîn Ewf di têlevizyona dewletê da diyar kir ku dev ji Seroktiya Konseya Berwext a Eskerî berda û di dewsa xwe da Orgeneral Ebdilfetah Burhan hilbijart, Orgeneral Kemal Ebdilmerufê alîkarê serokê konseyê ji wezîfeyê hildan.

Li Sûdanê piştî derbeya eskerî konseya berwext qedexeya derketina derva îlan kiribû lêbelê duh bi hezaran çalakvanan guh nedabûn qedexeyê û derketibûn kûçe û kolanan.

Bi hezaran welatiyên Sûdanê li pêşiya wargeha Sererkaniyê, kûçe û kolanan kom bibûn û xwestibûn ku hemû kesên rejima Ewad bîn Ewfê Serokê Konseya Berwext a Eskerî û Wezîrê Parastinê û Omer Beşîr bira îstifa bikin û sivîl hikûmeta berwext ava bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE