Li Sûdana Başûr esker û sivîl pev çûn: 118 kuştî

Dîrektorê Îcrayê yê Wilayeta Tonjê Makuei Mabior daxuyanî da û diyar kir, roja şemiyê eskerekî ji xortekî xwest ku şala serê xwe ya sor hilde û xort jî ev daxwaza wî red kir. Li ser vê di navbera esker û gel da bi çekan pevçûnan dest pê kir.

Li Sûdana Başûr esker û sivîl pev çûn: 118 kuştî

Li wilayeta Tonjê ya Sûdana Başûr di bûyerên şîdetê yên navbera esker û sivîlan da herî kêm 118 kes hatin kuştin.

Dîrektorê Îcrayê yê Wilayeta Tonjê Makuei Mabior daxuyanî da û diyar kir, roja şemiyê eskerekî ji xortekî xwest ku şala serê xwe ya sor hilde û xort jî ev daxwaza wî red kir. Li ser vê di navbera esker û gel da bi çekan pevçûnan dest pê kir.

Mabior ragihand ku di bûyeran da 34 esker û 84 sivîl hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.

Mabior destnîşan kir, ji ber ku birîndar nikarin xwe bigihînin nexweşxaneyan, dibe ku jimara miriyan zêdetir bibe.

Mabior got ku gelek sivîlan jî ji tirsa, xwe di daristanê da veşartine.

Berdevkê Artêşê Lul Ruai Koang jî bûyer piştrast kir û got ku wan hêzên asayîşê sewqî herêmê kirin û rewş di binê kontrolê da ye.

Sûdana Başûr di sala 2011an da ji Sûdanê veqetiya û serxwebûna xwe ragihand. Piştî ku Serokê Dewletê Salva Kiir Mayardit di 16ê berfanbara 2013an da Riek Macharê alîkarê xwe bi îdiaya ku "teşebusî derbeyê" kiriye, ji wezîfeyê hildabû û paşê şerê navxweyî derketibû. 

Piştî şerê ku salan dewam kir, di 2018an da alîyan li hev kir û îmze avêtin, lê dîsa jî li welêt pergala qamûyê û ewlehî nehat sazkirin, di navbera qebîleyên cuda da bûyerên şîdetê dewam dikin.

Ji ber ku li welêt bûyerên tundiyê zêde bûn, artêşa Sûdana Başûr meha çûyî li wilayeta Tonjî Eastê operasyon kiribû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE