Hat ragihandin ku li Sûdana Başûr teyareya rêwiyan firî û di demeke kin da ket xwarê, di qezayê da gelek kes mirin.
Kur Kuolê Dîrektorê Balafirgeha Navneteweyî ya Cubayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Peîriya herêma eyaleta Jongleiyê teyareya Rêhewaya South Supremeyê ket.
Kuol diyar kir ku teyare li gor saeta herêmî di 17.00an da firî û di demeke kin da ket xwarê, sedema qezayê hê nehat tesbîtkirin.
Kuol destnîşan kir ku di qezayê da gelek kes mirin, hejmara miriyan hê tam nayê zanîn.
Di medyaya herêmî da hat gotin ku di qezayê da 10 rêwî 2 pîlot mirin.
Berê jî teyareyeke heman saziyê bi heman awayî qeza kiribû.
Saziyê hê der barê qezayê da daxuyanî neda.AA