Li Senatoyê Brîfînga Kaşikçi

Senatorên Emerîkayî li gorî brîfîngê dê ambargoya li dijî Riyadê binirxînin

Li Senatoyê Brîfînga Kaşikçi

Hat îdiakirin ku senatoya Emerîkayê dê ji rayedarên payebilind agahiyan werbigre û derbarê ambargoya li dijî Erebistana Siûdî de biryarekê bide. Ev îdia di malpera nûçeyan a the hilla emerîkayî de cih girt.

Di nûçeya malperê de hat gotin senato dê ji revebiriya Trump agahiyan bistîne û li gorî van agahiyan jî dê ambargoyên li dijî Erebistana Siûdî û sekinandina firotina çekan binirxîne.

Di rojevê de digel cînayeta Kaşıkçı dê şerê li Yemenê yê bi pêşengiya artêşa Siûdiyan jî hebe.

Hat gotin birîfîng dê hefteya pêş me bê dayîn.

Li gorî malpera The Hillê Wezîrê Parastinê Jim Mattîs û Wezîrê Karên Derve Mike Pompeo dê birîfîngê bidin.

Wezaretan di vê mijarê de hêj daxuyanî nedane.

Dîroka nûkirinê: 27 Mijdar 2018, 10:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE