Tumgeneral Tehsîn Hecefiyê Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevkar a Artêşa Iraqê diyar kir ku li Şengala navçeya wîlayeta Nînovayê ew ê bi tenê alaya Iraqê li ba bibe.
Hefecî daxuyanî da ajansa fermî ya xeberan a Iraqê û diyar kir ku li gor peymana Şengalê li navçeyê ew êbi tenê alaya Iraqê li ba bibe, ewlekariya navxweyî ewê navenda navçeyê û artêşa Iraqê jî hemû sînorên navçeyê mihefeze bikin.
Hefecî got ku li gor peymanê îstixbarata navxweyî û yekeyên ewlekariya neteweyî jî ew ê alîkariyê bidin hêzên ewlekariya navxweyî û gelê ji xwe ra qaymeqamekî hilbijêre.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Şengala PKKya rêxistina terorê lê hebûna xwe nîşan dide û ji hêla statûya wê va di navbera Bexda û Hewlêrê da nîqaş hene di 9ê cotmehê da li Bexdayê civîn hatibû kirin û hatibû diyarkirin ku li hev kirin.
Civîn di seroktiya Mistefa el-Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê da hatibû kirin Jeanine Hennisa Nûnera Taybet a Iraqê ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, heyeta Herêma Kurdistana Iraqê û nûnerên civata Êzdiyan beşdarî civînê bibûn.
Ehmed Mola Talalê Berdevkê Serokwezîriya Iraqê piştî civînê daxuyanî da bû û wiha gotibû: "Di hîmayeya Serokwezîr Kazimî da ji bo kontrola hikûmetê ya li Şengalê qewîn bikin, hêza komên ji derva hatine (PKK) bişkênin ji hêla îdare û ewlahiyê va peymaneke dîrokî hat çêkirin."
AA