"Li Şengalê ji ber şer di 2 rojan da zêdeyî 4 hezar sîvîlî koç kirin"

Parlamentera Iraqî diyar kir, ji ber pevçûnên li Şengalê di 2 rojan da 4 hezar sivîlî koç kir

"Li Şengalê ji ber şer di 2 rojan da zêdeyî 4 hezar sîvîlî koç kirin"

Parlamentera Êzdî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Meclisa Iraqê Viyan Dexîlê eşkere kir, li Şengala Mûsilê ji ber şer di 2 rojan da zêdeyî 4 hezar sîvîlî koç kirin.

Dexîl di daxuyaniya xwe da diyar kir, li Şengalê şerê YBŞ (Yekîneyên Parastina Şengalê) ya girêdayî rêxistina terorê PKKyê û her wiha artêşa Iraqê bû sedema koçberbûna sivîlan.

Dexîlê destnîşan kir, unsûrên YBŞyê rêyên bajarok û gundên Şengalê girtin û her wiha zêdeyî 4 hezar sivîlên jin, zarok û pîr jî di nav da ber bi parêzgeha Duhokê koç kirin.

Dexîlê bal kişand, pêdiviya sivîlên ku ji ber têkçûna ewlekariyê koç kirin bi alîkariya bilez û piştgiriya mirovî heye.

Hatibû îdiakirin, li Şengala Mûsila Iraqê di 2yê Gulanê da di pevçûna YBŞ û arêtşa Iraqê da eskerekî Iraqê hat kuştin.

Wezareta Parastina Iraqê jî duh ragihandibû, piştî pevçûnê artêş û hêza polês a Iraqê li Şengalê rewş hildan bin kontrola xwe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE