Li bajarê Afrinê tîmeke dilxwaz ji bo ku dîwarên bajêr xweştir bike, dest bi çêkirina resman kir. Bi resmên cur bı cur peyama yekitî û biratiyê didin.
Di destê wan de firçe û boyax…Li ser dîwaran resmên cur bi cur çêdikin.
Ev der bajarê Afrinê ye.
Tîmeke dilxwaz ji bo ku dîwarên bajêr xweştir bikin dest bi çêkirina resman kir.
Keç û xort bi hev re bi rengên cuda wêneyan xêz dikin. Bi van resman li aliyekî peyama yekitî û biratiyê didin…
Li aliyê din jî dîwarên bajêr rengîntir dikin.