Li ser kolana navdar a Xezalî berberê karavanê

Li Hewlêra bajarê Iraqê berberê karavan ê li ser kolana Xezaliyê bala welatiyan dikişîne.

Li ser kolana navdar a Xezalî berberê karavanê

Kolana Xezalî li Hewlêrê di salên dawîn da bi sêwirandinên xwe yên ecêb va balê dikişîne. Kolan ji trafîkê ra girtî ye û li her du aliyên kolanê kafe, restoran hene û ciwan heta derengiyê şevê li vê kolanê ne.

Ji cihên ku bi sêwirandina xwe balê dikişîne yek jî berberê karavan e. Digel mişteriyan gelek kes ji bo ku wêne bikişînin jî tên ser vî berberî.

Di heman demê da tenê kesek dikare di karavanê da were traşkirin û di karavanê da tenê qoltixê berber, lavabo û cihê velezînê heye.

Bihayê traşa por û rû li ser vî berberî 10 hezar dînar e (nêzî 6,85 dolarî). Bi sêwirandina xwe ya derva û hundir va balê dikişîne.

Ji şirîkên berberê karavanê Hadî Qadirê Hewlêrî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew ji sala 2016an vir va di vê sektorê da ye.

Qadir daxuyand, ji ber ku li ser kolana Xezalî kafeyên ecêb hene û mişterî li vê derê zêdetir in, wan jî 2 sal berê biryar da ku karê xwe bînin vê derê.

Qadir got, "Me xwest ku kargeha me cuda be û berî niha nehatibe ceribandin." û daxuyand ku berberê karavan hat hişê wan û wan ev bi sêwirandineke modern û klasîk sêwirand.

Qadir got ku karê wan baş e, turîstên ku ji bajarên cuda yên Iraqê tên vê derê, ew jî li cem wan traş dibin.

Qadir daxuyand, hinek ji bo kişandina wêneyan tên cem wan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE