Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi hemtayê xwe yê Ûris Sergey Lavrov ra li ser mijara Îdlibê gotûbêj kir.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Farsê Zerîf bi têlefonê bi Lavrov ra rewşa dawîn a li Sûriyeyê û geşedanên der barê Îdlibê da gotûbêj kir.
Wezîran têkiliyên aborî yên di navbera herdu welatan da nirxandin û li ser têkoşîna dijî koronavîrusa nû (Kovîd-19) sekinîn.