Li ser sînorê Azerbeycan-Ermenistanê pevçûn

Ji artêşa Azerbeycanê ustegmenek şehîd bû.

Li ser sînorê Azerbeycan-Ermenistanê pevçûn

Di pevçûna li ser sînorê Azerbeycan-Ermenistanê da ji artêşa Azerbeycanê ustegmenek şehîd bû.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Azerbeycanê da hat ragihandin ku li ser sînor li herêma Tovuzê pevçûna ku duh dest pê kir, nîvê şevê jî dewam kir.

Hat destnîşankirin ku di pevçûnê da ji artêşa Azerbeycanê ustegmenek şehîd bû.

Hat diyarkirin ku artêşa Azerbeycanê bi şev bi top, hawin û tankan va kozik, topxane û wesayîtên artêşa Ermenistanê gulebaran kirin û îmhe kirin.

Di daxuyaniyê da her wiha hat gotin ku Ermenistanê agahiyên der heqê kuştiyên xwe da veşartin. Hat gotin ku rewş di kontrola artêşa Azerbeycanê da ye û her wisa tedbîrên cezakirinê yên dijî dijmin hatin cîbicîkirin.

Wezaretê dîmenên êrîşa dijî kozikeke artêşa Ermenistanê ku bi droneê va hatiye kişandin, parve kir.

Artêşa Ermenistanê duh li ser sînor li herêma Tovuzê bi topxaneyan êrîşî kozikên Azerbeycanê kiribû kiribû, artêşa Azerbeycanê jî bersiv dabû. Li ser vê yekê ji artêşa Ermenistanê kuştî çêbûbûn û artêş vekişiyabû.

Di pevçûnê da ji artêşa Azerbeycanê 3 esker şehîd bûbûn, 4 eskerî jî birîndar bûbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE