Li ser sînorê Belarûs û Polonyayê bendewariya penaberan di kampan da dewam dike

Li ser sînorê Belarûs û Polonyayê bendewariya penaberan di kampan da dewam dike

Li ser sînorê Belarûs û Polonyayê penaberên ku dixwazin derbasî Ewropayê bibin, di kampên ku ava kirine da bendewar in û carinan hewl didin ku ji aliyê Belarûsê ra derbasî axên Yekîtiya Ewropayê (YE) bibin.
Kesên ku niha li ser sînorê Grodnoya bajarê Belarûsê ne, bi mebesta ku koçî Ewropayê bikin ji Iraqê vîze stand û hatin Belarûsê û dixwazin ji vî welatî jî derbasî Polonyayê bibin. Penaberan li ser sînor ji xwe ra kamp ava kirin û di van kamp û navendên lojîstîkê da dimînin.

Zarok û jin jî tê da nêzî 2 hezar kes hene û hin grûbên nav wan carinan hewl didin ku ji sînorê Polonyayê ra derbas bibin.

- Bi kûçikan midaxaleyî penaberên ser sînorê Belarûs û Lîtvanyayê kirin

Li gor daxuyaniya Komîteya Sînor a Dewleta Belarûsê, li ser sînorê Belarûs û Lîtvanyayê wezîfedarên ewlehiya sînor ê Lîtvanyayî penaberan bi zorê paşve dişînin ser axa Belarûsê û nahêlin ku derbas bibin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku wezîfedarên sînor ê Lîtvanyayê duh êvarê ji bo ku welatiyên Iraqê paşve bişînin ser axa Belarûsê, teşebiseke xedar kir û bûyer li herêma sînor a Klevitsayê qewimî.

Bi daxuyaniyê ra vîdeoya miemeleya ku ser sînorê Lîtvanyayê anîn serê penaberan ra hat weşandin û wiha hat gotin, "Di vîdeoyê da mihafizê sînor ê dewleta cînar (Lîtvanya) penaberek avêtiye erdê û bi awayekî wehşiyane lê dixe, paşê kûçik berdidê û kûçik  lingê kesekî digire û tulûmê xewê perçe dike."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE