Li ser sînorê Sûriyeyê 32 hezar sivîl li benda alîkariyê ne

Herî kêm 32 hezar sivîlên ku li ser xeta sînorê Tirkiyeyê yê Sûriyeyê di çadiran da diman û di felaketa lehiyê da bê çadir man, li benda alîkariyê ne

Li ser sînorê Sûriyeyê 32 hezar sivîl li benda alîkariyê ne

Herî kêm 32 hezar sivîlên ku li ser xeta sînorê Tirkiyeyê yê Sûriyeyê di çadiran da diman û di felaketa lehiyê da bê çadir man, li benda alîkariyê ne.

Saziya civaka sivîl a ku diçe hewara sivîlan û navê wê "Kordînatorên Midaxaleya Sûriyeyê" ye, dane ji nûçegihanê AAyê ra parvekir û li gor daneyan li devera çiyayî ya bakurê Îdlibê li herêma kampên Atmeyê ku li ser xeta sînorê Tirkiyeyê yê Sûriyeyê ye, piştî barana ku di 26ê berfanbarê da barî û lehî rabû 22 kampên penaberan ber lehiyê çûn û lehiyê zirar da 67 kampan.

Di lehiyê da herî kêm 220 çadir xerab bûn û avê da binê 550 çadiran.

Hat gotin ku herî kêm 32 hezar sivîl jî mihtacî alîkariyê ne.

Malbatên ku lehiyê da binê çadira wan, çend perçe alavên xwe ji ber lehiyê revandin û li dûrî çadira wan a ku di bin herî û avê da ma, benda alîkariyê ne.

- "Ez ji sermana diqefilim"

Hemal Um Huseyînê mexdûrê lehiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dîwarê çadira ku ew tê da diman hilweşiya û hevsera wî di bin da ma û ew rakirin nexweşxaneyê.

Um Huseyîn diyar kir ku ew bi alîkariya cînaran ji lehiyê xelas bûn û wiha dewam kir: "Xwarin, çatî, hasir û kincên min neman. Em vêga li mizgeftê dimînin. Cînaran taştê ji me ra anî mizgeftê. Kincê ser min jî yê cînaran e, ez sermana diqefilim."

Huda Kasima dayîka 4 zarokan jî got ku ew bi 25 malbatan va di mizgefteke ku ji çadirê hatiye çêkirin û tê da sobe tuneye da dimînin.

Hudayê wiha got, "Xwarin tuneye, kevçî tuneye, tebaxa me tuneye. Zarokên me dicemidin. Sunger û betanî ji mera lazim e. Ji bilî rehma Xwedê tu tiştekî me nema. Em ji birçîna dimirin. Çadira me bi kampê ra çû. Vêga tu eşyayên me nemane."

Huseyîn Xalit Ebdoyê 70 salî jî diyar kir, dema ku lehiyê da binê çadira wan, zarokên wî ew dane pişta xwe û ew xelas kir.

Ebdo diyar kir ku av 2 mêtre bilind bû, jin û zarokan xwe spartin cînaran û gelek kes li sikakan man.

Li devera çiyayî ya bakurê Îdlibê li herêma kampên Atmeyê ku li ser xeta sînorê Tirkiyeyê yê Sûriyeyê ye, di 26ê berfanbarê da baran barîbû û lehî rabûbû, tê da 22 kampên penaberan ber lehiyê çûbûn û lehiyê zirar dabû 67 kampan.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Kanûn 2018, 18:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE