Li Sîera Lîoneyê tankera sotemeniyê teqiya: 92 mirî

Li rojhilatê Wellîngtona herêma Freetownê tankera sotemeniyê û wesayîteke din li hev qelibîn û teqîn çêbû.

Li Sîera Lîoneyê tankera sotemeniyê teqiya: 92 mirî

 Li Freetowna paytextê Sîera Lîoneyê tankera sotemeniyê teqiya û di encama teqînê da 92 kes mirin.

Li rojhilatê Wellîngtona herêma Freetownê tankera sotemeniyê û wesayîteke din li hev qelibîn û teqîn çêbû.

Fuday Mûsayê personelê morga Nexweşxaneya Connaughtê diyar kir ku hetanî niha 92 cesed anîn morgê.

Mûsa destnîşan kir ku kêm û zêde 30 kes jî birîndar bûn û birînên wan giran in.

Julius Maada Bioyê Serokomar ji bo kesên mirin peyama serxweşiyê weşand û diyar kir ku hikûmetê piştgiriyê bide malbatên hemû miriyan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE