Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 100 milyon derbas kir

Li DYAya ku herî zêde pêketî lê hatine tesbîtkirin, hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 25 milyon û 734 hezar û 127an.

Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 100 milyon derbas kir

 Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 100 milyon derbas kir.

Li gorî "Worlmeters"a malpera Înternetê ya ku daneyên derbarê Kovîd-19ê li ser tên belavkirin, li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ya ku cara yekê li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin û li cîhanê belav bû, gihişt 100 milyon û 10 hezar û 10an.

Li DYAya ku herî zêde pêketî lê hatine tesbîtkirin, hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 25 milyon û 734 hezar û 127an.

Piştî DYAyê welatên ku herî zêde pêketî li wan hatine tesbîtkirin bi vê rêzê ne:

Hîndistan (10 milyon û 677 hezar û 710), Brezîlya (8 milyon û 850 hezar û 135), Rûsya (3 milyon û 738 hezar û 690), Îngiltere (3 milyon û 669 hezar û 658), Fransa (3 milyon û 57 hezar û 857), Îspanya (2 milyon û 633 hezar û 185), Îtalya (2 milyon û 475 hezar û 372), Tirkiye (2 milyon û 435 hezar û 247), Almanya (2 milyon û 152 hezar û 2), Kolombiya (2 milyon û 15 hezar û 485), Arjantîn (Milyonek û 867 hezar û 223), Meksîka (Milyonek û 763 hezar û 219), Polonya (Milyonek û 478 hezar û 119), Afrîkaya Başûr (Milyonek û 412 hezar û 986), Îran (Milyonek û 379 hezar û 286) û Ukrayna (Milyonek û 99 hezar û 13).

Li seranserê cîhanê ji ber Kovîd-19ê 2 milyon 144 hezar û 141 kes mirin. Hejmara rehetbûyan jî gihişt 72 milyon û 12 hezar û 172an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE