Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 130 milyon derbas kir

Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 130 milyon derbas kir

Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 130 milyon derbas kir.

Li gorî "Worlmeters"a malpera Înternetê ya ku daneyên derbarê Kovîd-19ê li ser tên belavkirin, li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ya ku cara yekê li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin û li cîhanê belav bû, gihişt 130 milyon û 82 hezar û 99an.

Li DYAya ku herî zêde pêketî lê hatine tesbîtkirin, hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 31 milyon û 229 hezar û 639an.

Piştî DYAyê welatên ku herî zêde pêketî li wan hatine tesbîtkirin bi vê rêzê ne:

Brezîlya (12 milyon û 334 hezar û 844), Hîndistan (12 milyon û 302 hezar û 92), Fransa (4 milyon û 695 hezar û 82), Rûsya (4 milyon û 554 hezar û 264), Îngiltere (4 milyon û 350 hezar û 266), Îtalya (3 milyon û 607 hezar û 803), Tirkiye (3 milyon û 357 hezar û 988), Îspanya (3 milyon û 291 hezar û 394), Almanya (2 milyon û 854 hezar û 137), Kolombiya (2 milyon û 406 hezar û 377), Polonya (2 milyon û 356 hezar û 970), Arjantîn (2 milyon û 348 hezar û 821), Meksîka (2 milyon û 238 hezar û 887).

Li seranserê cîhanê hejmara rehetbûyan ji ber Kovîd-19ê gihişt 104 milyon û 752 hezar û 420an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE