Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 53 milyon derbas kir.
Li gorî "Worlmeter" malpera Înternetê ya ku daneyên Kovîd-19ê li ser tên belavkirin, li seranserê cîhanê hejmara pêketiyan gihişt 53 milyon û 2 hezar û 176an.
Li DYAya ku herî zêde pêketî lê hatine tesbîtkirin, hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 10 milyon û 839 hezar û 269an.
Piştî DYAyê 10 welatên ku herî zêde pêketî li wan hatine tesbîtkirin bi vê rêzê ne:
Hîndistan (8 milyon û 727 hezar û 900), Brezîlya (5 milyon û 779 hezar û 383), Fransa (Milyonek û 898 hezar û 710) Rûsya (Milyonek û 858 hezar 568), Îspanya (Milyonek û 484 hezar û 868), Îngiltere (Milyonek û 290 hezar û 195), Arjantîn (Milyonek û 273 hezar û 356), Kolombiya (Milyonek û 165 hezar û 326) û Îtalya (Milyonek û 66 hezar û 401) .
Vîrusa ku cara yekê li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin, di demeke kurt de li zêdetir 200 welat û herêman belav bû.AA