Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 75 milyon derbas kir

Li gorî "Worlmeter" malpera Înternetê ya ku daneyên Kovîd-19ê li ser tên belavkirin, li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ya ku cara yekê li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin û li cîhanê belav bû, gihişt 75 milyon û 13 hezar û 332yan.

Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 75 milyon derbas kir

Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 75 milyon derbas kir.

Li gorî "Worlmeter" malpera Înternetê ya ku daneyên Kovîd-19ê li ser tên belavkirin, li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ya ku cara yekê li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin û li cîhanê belav bû, gihişt 75 milyon û 13 hezar û 332yan.

Li DYAya ku herî zêde pêketî lê hatine tesbîtkirin, hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 17 milyon û 486 hezar û 984an.

Piştî DYAyê welatên ku herî zêde pêketî li wan hatine tesbîtkirin bi vê rêzê ne:

Hîndistan (9 milyon û 977 hezar û 760), Brezîlya (7 milyon û 53 hezar û 486), Rûsya (2 milyon û 762 hezar û 668), Fransa (2 milyon û 427 hezar û 316), Tirkiye, (Milyonek û 955 û 680 hezar), Îngiltere (Milyonek û 948 hezar û 660), Îtalya (Milyonek û 906 hezar û 377) Îspanya (Milyonek û 805 hezar û 633), Arjantîn (Milyonek û 517 hezar û 46), Kolombiya (Milyonek û 4564 hezar û 599), Almanya (Milyonek û 429 hezar û 40), Meksîka (Milyonek û 277 hezar û 499), Polonya (Milyonek û 171 hezar û 854) û Îran (milyonek û 138 hezar û 530).

Li seranserê cîhanê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê gihişt Milyonek 663 hezar û 592yan. Hejmara rehetbûyan jî gihişt 52 milyon û 666 hezar û 808an.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE