Li seranserê dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine ji 42 milyonî derbas bû

Li seranserê dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine ji 42 milyonî derbas bû

Li seranserê dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketine ji 42 milyonî derbas bû.

Li gor agahiyên malpera "Worldometer"ê ku daneyên der barê Kovîd-19ê berhev dike hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 42 milyon û 3 hezar 60î.

Li gor daneyan hejmara nexweşan herî zêde li Amerîkayê hene ku 8 milyon û 661 hezar û 651 kes bi Kovîd-19ê ketine.

Piştî Amerîkayê 10 dewletên ewil wiha ye: Hindistan (7 milyon û 761 hezar û 312), Brezîlya (5 milyon û 332 hezar û 634), Rûsya (milyonek û 463 hezar û 306), Îspanya (milyonek û 90 hezar û 521), Arjantîn (milyonek û 53 hezar û 626), Fransa (999 hezar û 43), Kolombiya (990 hezar û 270), Peru (879 hezar û 876), Meksîka (874 hezar û 171) û Îngilistan (810 hezar û 467).

Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 355 hezar û 528an.

Şewba Kovîd-19ê ku li Wuhana bajarê Çînê derket ji 200î zêdetir dewlet û herêman belav bû. Ji ber şewbê li seranserê dinyayê milyonek û 142 hezar û 874 kes mirin.

Heta niha 31 milyon û 190 hezar û 947 kesên bi Kovîd-19ê ketin baş bûn û 9 milyon û 669 û 239 kes jî tên dermankirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE