Li Şerîeya Rojava kalemêrê Filistînê yê ku eskerên Îsraîlê lêxistibû mir

Li Şerîeya Rojava kalemêrê Filistînê yê ku eskerên Îsraîlê lêxistibû mir

Li Ramallaha bajaroka Şerîeya Rojava ya dagirkirî kalê 80 salî yê welatiyê Filistînê yê ku rastî derba eskerên Îsraîlê hatibû mir.

Fuad Fatumê Şaredarê Celcîliya Remellahê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hêzên Îsraîlê avêtin ser Gundê Galgalyayê, li Omer Ebdilmecîd Esadê 80 salî xistin û binçav kirin.

Fatum destnîşan kir ku eskerên Îsraîlê demekê şûnda ji gund derketin, gundiyan kalemêr li maleke înşaet da li erdê dîtin.

Fatum diyar kir ku gundiyan Esadê birîndar rakirin nexweşxaneya li Ramallahê lêbelê li wê derê mir.

Artêşa Îsraîlê der barê mijarê da hê daxuyanî nedaye.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE