Li Sierra Leoneyê jimara miriyan derket 131an

Li Sierra Leoneyê di teqîna tankera sotemeniyê da jimara miriyan derket 131an

Li Sierra Leoneyê jimara miriyan derket 131an

Li Freetowna paytextê Sierra Leoneyê di 5ê mijdarê da tankera sotemeniyê teqiya û jimara kesên ku tê da mirin derket 131an.

Mohamed Lamrana Bahê Serokê Ajansa Rêvebiriya Afatê ya Neteweyî diyar kir ku di qezaya ku li herêma Wellingtonê ya dikeve rojhilatê Freetownê çêbû da 63 kes birîndar bûn û tedawiya wan dewam dike û ji van rewşa 19 kesna giran e.

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ji bo midaxaleya kesên ku di qezayê da birîndar bûn 6,6 ton alavên tibî yên acil şandibû Sierra Leoneyê. 

Li Freetownê di 5ê mijdarê da tankera sotemeniyê û wesayîteke din li hev qelibîbûn û paşê teqîn çêbûbû. Di teqînê da herî dawî 115 kes miribûn, ji 100î zêdetir kes jî birîndar bûbûn.

Ji bo kesên ku mirine 3 rojan şîn hatibû îlankirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE