Li Silêmanî restoranek bi menûya xwe balê dikşîne

Ji goştê hêştir û hêştirmeyan heya goştên xezalan gelek cure xwarin hene.

Li Silêmanî restoranek bi menûya xwe balê dikşîne

Ji goştê hêştir û hêştirmeyan heya goştên xezalan gelek cure xwarin hene. Restorana ku bi xwarinên xwe balê dikşîne, xizmetê dide hemû herêmê…

Li Silêmaniyê restoranek bi menûya xwe ya cuda balê dikşîne. Loqente goştên heywanên cuda çêdike. Ji goştên hêştir û hêştirmeyan heya goştên xezalan gelek cure xwarinên wan hene. Restoran bi vê menûya xwe li herêmê jî yekane restoran e.

Ev restorana li Silêmaniya Herêma Kurdan bi menûya xwe balê dikşîne. Di menuyê de ji goştên deveyan ango hêştir û hêştirmeyan heya goştên xezalan gelek cure xwarin hene.

Gelê herêmê jî ji bo li tehma van goştan binêre berê xwe dide vê restoranê. Li herêm û Iraqê jî ev restoran bi vê taybetiya xwe yekan e cih e.

Turîstên ku tên herêmê jî ji bo goştên cuda tehm bikin berê xwe didin Silêmaniyê. Xwediyê kargehê Aram Şerîf dibêje ku menûya me her roj dertê.

Karsaz Şerîf dibêje hemû goştên ku çêdikin xwedî taybetiyeke cuda ne. Bihayên goştên li loqenteyê li gorî Tirkiyê hinek biha ne lê li gorî goştên ku tên çêkirin erzan e.

Aşpêjên restoranê jî ji eleqeyê gelek memnûn in. Mişteriyên ku tên loqenteyê jî ji xwarin û goştên xezal û hêştirmeyan qaîl in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE