Li Silêmaniyê 2 rojnamevan hatin kuştin

Li Silêmaniyê pêşkêşkarê Kanala NRTyê, rojnamevan Amanc Babanî digel hevjîn û zarokekî xwe hatin kuştin

Li Silêmaniyê 2 rojnamevan hatin kuştin

Li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), rojnamevan Amanc Babanî ku di Kanala NRTyêde pêşkêşkar bû, digel hevjîna xwe Lana Mihemed ku ew jî di heman demê de rojnamevan bû û herwiha zarokekî xwe hatin kuştin.

Rêveberê Kanala NRTyê Şiwan Adil di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de anî ziman ku îro li Silêmaniyê, rojnamevan Amanc Babanî ku di Kanala NRTyêde pêşkêşkarê bernemayekê bû, digel hevjîn û zarokekî xwe hatin kuştin.

Li gorî şahidhalên bûyerê rojnamevan Babanî digel hevjîn û zarokekî xwe di nava otomobîlê de rûbirûyê êrîşeke çekdarî hatine û hatine kuştin.

Cenazeyên kuştiyan rakirin morga Tibba Edlî ya Silêmanniyê.

Polîsên HKIyê derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2019, 10:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE