Li Silêmaniyê di xwepêşandanan de 15 kes birîndar bûn

Li ser vê di navbera pasevanên avahiya partiyê û xwepêşanderan de pevçûn derket û tê de 15 kes birîndar bûn.

Li Silêmaniyê di xwepêşandanan de 15 kes birîndar bûn

Li bajarê Silêmaniyê di xwepêşandanên ku ji bo derengmayina mehaneyan li dijî hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) tên lidarxistin de, 15 kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmî xwepêşanderan li nahiyeya Pîremgrûnê xwestin agir berdin avahiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK).

Li ser vê di navbera pasevanên avahiya partiyê û xwepêşanderan de pevçûn derket û tê de 15 kes birîndar bûn.

Meqamên fermî yên HKIyê heta nuha derbarê bîlançoya êrîşê de ti daxuyanî nedaye. 

Xwepêşandan di serî de li Pîremegrûnê, li Sîlêmanî û Helebçeyê jî berdewam in.

Li bajarê Silêmaniyê di encama teqekirina li xwepêşanderan de 2 kesan canê xwe ji dest dabû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE