Li Silêmaniyê gel çû dîtina Bendava Dokanê

Li bajarê Silêmaniyê ji ber ku hindik maye ava Bendava Dokanê di ser ra bavêje, devên bendavê hatin vekirin

Li Silêmaniyê gel çû dîtina Bendava Dokanê

Li bajarê Silêmaniyê yê Iraqê ji ber ku hindik maye ava Bendava Dokanê di ser ra bavêje, devên bendavê hatin vekirin. Dîmenên piştî devvekirinê bala turîstên xumalî kişandin.

Ji ber ku bendav li devera çiyayî hatiye çêkirin, gava devên bendavê hatin vekirin, dîmenên mîna sûlaveke xwezayî derketin holê. Herwiha turîstên xumalî jî eleqeyeke germ nîşanî keskahiya xwezayê û manzaraya xweşik a ava bendavê didin.

Ji ber ku ev 2 hefte ne baraneke gumrah dibare, ava di Bendava Dokanê da zêde bû û ji ber vê çendê jî devên bendavê hatin vekirin. Herwisa welatiyên xwestin ku deverê ji nêzîk va bibînin, hatin rexê bendavê.

Welatiyên xwestin ku vekirina devên bendavê bibînin, berê xwe dan ciyê ku bendav lê ye û herwiha kêfa demsala biharê û manzaraya xweş a siruştê kirin.

Hin welatiyan li rexê bendavê ji xwe ra pîknîk kirin, hinek jî li hespan siwar bûn û ji xwe ra li kêleka bendavê tûr kirin.

Bendava Dokanê ku ji mezintirîn bendavên Iraqê ye û 7 milyar metrekûp kapasîteya wê ya depokirina avê heye, beşek ji ceyraya Herêma Kurdistana Iraqê dabîn dike.

Bendava Dokanê ku 60 kîlometre dûrî navenda bajarê Silêmaniyê ye û di 1959an da hatiye çêkirin, ji 1988an vir va ev cara yekemîn e ku ava tê da derket asta seravêtinê.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 16:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE