Li Silêmaniyê grûbeke dildar seba astengdaran tûrên siruştê dikin

Şare Mistefayê ku bi alîkariya çend hevalên xwe ev grûb ava kir, daxuyanî da û diyar kir ku ew ji bo astengdarên nabîna, ker, lal û astengdarê bedenê hin aktivîteyên geşt û gerê li dar dixin.

Li Silêmaniyê grûbeke dildar seba astengdaran tûrên siruştê dikin

 Li Silêmaniya bajarê Iraqê dildaran grûbeke turîzm û çiyageriyê ava kir û grûb bi tûrên geşt û gerê welatiyên astengdar di nava siruştê da digerînin.

Şare Mistefayê ku bi alîkariya çend hevalên xwe ev grûb ava kir, daxuyanî da û diyar kir ku ew ji bo astengdarên nabîna, ker, lal û astengdarê bedenê hin aktivîteyên geşt û gerê li dar dixin.

Mistefa wiha got, "Ji tesbîtkirina welatiyên astengdar bigirin heta li grûbê zêdekirina wan û seba gerê dîtina sponsoran, ev kar berpirsiyariyeke cidî dixwaze. Ji destpêka rêwîtiyê heta vegerê berpirsiyariya her tiştî dijwar e."

Mistefa diyar kir, ew bi taybetî tûrên gerê seba hemû astengdaran li dar dixin û vê wekî wezîfeya însanî dibînin û ew ji karê xwe hez dikin.

Mistefa daxuyand, "Di paşerojê da ji bo ku ew vî karî baştir bikin û çarçoveya wê firehtir bikin, planên me hene. Em meşa siruştê û hilpazbûnê çiyê û çalakiyên din jî lê zêde bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE