Di meha remezanê de li her derê kirîna xurmeyan zêde bû. Bi taybetî li Silêmaniya Herêma Kurdistana İraqê welatî eleqeyeke mezin nîşanî xurmeyan didin û bêyî wan fitara xwe venakin. Ev yek jî karê esnafan zêde dike.
Dema remezan tê xurme wek pêdiviya ewil tê kirîn.
Îsal jî ev eleqe zêde bû.
Fitirîna bi xurmeyê wek sinet tê zanîn loma gelek kes dixwaze xurmeyan bistîne.
Li Silêmaniyê jî firoşkarên xurmeyan ji vê rewşê razî ne.
Piraniya xurmeyan ji Iraqê tên.
Lêbelê her remezan bi tonana xurme ji Îran û Erebistana Siûdî jî tên herêma Kurdan.