Li Kulecoya nahiyeya navçeya Kifriyê ya li ser Silêmaniya bajarê Iraqê di êrîşa DEAŞa rêxistina terorê da 2 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin hildan, li nahiyeya Kulecoyê di navbera terorîstên DEAŞ û hêzên ewlehiyê da pevçûn derket.
Di pevçûnan da hêzên ewlehiyê jî di nav da 2 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li herêmê dijî rêxistina terorê operasyon dan destpêkirin.
Ji hêla din li gor agahiyan, unsurên DEAŞê 3 topên hewanê avêtin herêmê.
Rêxistina terorê DEAŞ hezîrana 2014an da di serî da Mûsil, sêyeka axa Iraqê dagîr kiribû. Hêzên Ewlekariya Iraqê di sermewaza 2017an da beşeke mezin a wê axa navborî paşda sitandibû.
Tevî ku ji herêmê hat derxistin û bajar paşda hatin sitandin, DEAŞa rêxistina terorê, bi taybetî li herêmên gundewar ên wîlayetên weke Kerkûk, Diyala, Neynewa, Selahedîn û Enbarê êrîşên xwe didomîne.
AA