Meha pîroz remezan bi xwe re tahmên kevnare jî tîne. Şerbetên remezanê jî ji wan hinek in. Werin em berê xwe bidin Silêmaniyê û lê binêrin ji ava tiriyê reş çi tê çê kirin.
Bihar hat hewa xweş bû.
Ser xêr û xweşiyê rojiya Remezanê jî dest pê kir.
Ji bo ku hewa germ e welatî di fitarê de vexwarinên hênik dixwazin.
Li Rêvebiriya Herêma Kurdan a İraqê jî şerbeta tiriyê reş tê ser sifreyê.
Ev şerbet bi usulên berê tê çêkirin û tu derman an jî tişteka din nakevê. Yanî bi temamî organîk e.
Pêşî mewîjên reş davêjin makînê û hûr dikin.
Mewîj dibin weka hevîr û heta tirş bibe li hêviyê disekinin.
Paşê jî avê berdidin ser û bi mîkserê li hev didin.
Herî dawî jî papa wê jê vediqetînin û şerbeta wê dimîne.
Axir ew şerbeta tamxweş û organîk tê ser sifreyê.