Li Silêmaniya bajarê Iraqê 7 koçber ên ku ji heman malbatê bûn, di şewatê da mirin.
Der barê bûyera da Qaymeqamê Çemçemala navçeya Silêmaniyê Remeq Remezan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku şewat ji ber sobeya ceyranê derketiye.
Remezan got ku sobeya ceyranê di hundirê malê da wergeriya ye û şewat ji ber vê derketiye. Remezan diyar kir ku hemû endamên malbatê wê çaxê nivistine û ji ber vê şewat ferq nekirine û di bûyerê da 7 kes mirine.
Remezan got ku malbat 3 sal beriya vê ji ber pevçûn û terorê revîbû û li navçeyê bicihbûbû. AA