Li Silêmaniyê aşîkirina welatiyan berdewam e. Li bajêr aşiya Astra-Zenecayê tê kirin. Rayedar bangî hemû welatiyan dikin ku ji bo aşiyê bikevin dorê.
Li bajarê Silêmaniyê zêdetirî mehekê ye aşîkirina vîrûsa koronayê hatiye plankirin.
Ji bo aşiyê li gelek navendên tenduristiyê cihên aşiyê hatin avakirin.
Ji bo aşiya astra-zenecayê rayedar bangî gel dikin ku werin aşî bibin.
Welatiyên ku aşî bûne kêfxweş in û bangî hemû kesan dikin da ku aşiya xwe bibin.
Rayedaran got heta niha li ser aşiya Astra-Zenecayê tu rewşeke neyînî çênebûye.