Li Sirbistanê gel ji bo li herêmên giştî, herêmî û serbixwe raya xwe bi kar bînin diçin ser sandoqan.
Tesîra şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dewam dike, lê di heman demê da 6 milyon û 584 hezar û 376 hilbijêr ji saet 07.00an pê va dest pê kirin rayên xwe didin.
Li meclisa neteweyî 250 sandalye hene. Ji bilî wê 120 sandalyeyên meclisa Herêma Xweser a Voyvodînayê jî hene.
Li welêt ji bilî meclisa neteweyî û ya xweser ji bo meclisên şaredariyan ên navçe û bajêran jî heta saet 20.00an ray wê bên dayîn.
Li tevahiyê welêt 8 hezar xû 253 navendên hilbijartinê hatin avakirin.
Di 21 lîsteyan da 3 hezar û 419 namzed pêşbaziyê dikin.
Ji ber şewba Kovîd-19yê gel dema raydayînê guh dide paqijiyê û ji hevdu dûr disekine.
AA