Li Şirnexê li 55 mektebên gund û mezrayan yên ser sînor ên girêdayî navçeyên Îdil, Cizîr û Silopiyê 2 rojan bû tatîl.
Di daxuyaniya Walîtiyê de hat destnîşankirin ku Herekata Kaniya Aşitiyê ya ku 9ê cotmehê dest pê kiribû bi awayekî serkeftî berdewam e.
Di daxuyaniyê de hat gotin di çarçvoveya herekatê de, li 55 mektebên gund û mezrayan yên ser sînor ên girêdayî navçeyên Îdil, Cizîr û Silopiyê 17 û 18ê cotmehê, ji bo perwerdeyê navber hatiye dayîn.
Navên mektebên ku li wan tatîl hatiye ragihandin li ser malpera walîtiyê hatin weşandin.AA