Li Şîliyê çalakiyên dijî bihabûnê: 19 kuştî

Li Şiliyê di çalakiyên dijî hikûmetê yên ku ji ber zem û bihabûnê derketin da heta niha 19 kes hatin kuştin.

Li Şîliyê çalakiyên dijî bihabûnê: 19 kuştî

Li Şiliyê di çalakiyên dijî hikûmetê yên ku ji ber zem û bihabûnê derketin da heta niha 19 kes hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya ku ji Serdozgeriya Herêma Metropolitan hat dayîn, çalakvanekî ku ji hêla esnafekî dixwest dikana xwe biparêze û bi çekê birîndar bibû, mir.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Agustîn Juan Coro Condeyê welatiyê Peruyê roja sêşemê xwest bikeve dikanekê. Xwediyê dikanê li ser vê guler berda çalakvan û birîndar kir. Ew çalakvan mir."

Di daxuyaniyê da hat gotin bi vê mirinê jimara kuştiyan derket 19an. 

Li gor daxuyaniya ku ji Enstîtuya Mafên Mirovî ya Neteweyî ya Şiliyê (INDH), li welêt ji ber bûyeran heta niha 538 kes birîndar bûn û 2 hezar û 840 kes jî hatin binçavkirin. 

Li 16 bajarên welêt hê derketina derva qedexe ye. 

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Cotmeh 2019, 17:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE