Li Şîliyê gel xwest ku destûr jinûva were nivîsandin

Li Şîliyê di referandumê de bi ferqeke mezin, biryara jinûva nivîsandina destûrê derket.

Li Şîliyê gel xwest ku destûr jinûva were nivîsandin

Li Şîliyê ji referanduma ku ji gel hat pirsîn ku destûra ji serdema dîktator Augusto Pinochet bira jinûva were nivîsandin an na, bi ferqeke mezin, biryara jinûva nivîsandina destûrê derket.

Li gorî encamên li ser malpera Servîsa Hilbijartinê ya Şîliyê, ji sedî 99ên sandoqan vebûn, ji sedî 78,27 dengên derbasdar yên wan kesan e ku dixwazin destûr jinûva bê nivîsandin, ligel vê rêjeya dengên dijberên vê yekê jî ji sedî 21,73 ye.

Di referandumê da heyeta ku dê destûrê binivîse jî ji gel hat pirsîn. Rêjeya kesên xwestin ku Lijneya Destûrê Destûrê binivîse ji sedî 79,04 e, ya kesên xwestin ku Lijneya Destûrê ya Têkel binivîse jî ji sedî 20,96 e.

Li gorî vê encamê, kesên ku dê di Lijneya Destûrê da bi cih bigirin, bi hilbijartina herêmî ya 11ê Nîsana 2021an va ji hêla gel dê bên hilbijartin.

Lijneya ku hejmara jin û mêran dê wekhev be û ji gelên resen jî nûner tê dê da hebin, dê destûra nû di 9 mehan da binivîse. Heger pêwîst bike, lijneya bikaribe vê maweyê 3 mehên din jî dirêj bike.

Piştî ku lijneyê destûra nû amade kir, dê pêşkêşî hikûmetê bike û dû ra jî referandum dê dîsa were lidarxistin ku ka bira destûra nû bikeve rewacê an na.

Bi vî awayî li Şîliyê piştî serdema rejima Pinochet ku ji 1973yan heta 1990î dewam kir, cara ewil dê destûreke ku bi rêbazên demokratîk hat nivîsîn, bikeve rewacê.

Li Şîliya ku hejmara dengdêran zêdeyî 14 milyonî ye, rêjeya beşdariya referandumê di sedî 50yî da ma.

- Xwepêşandêr encamên referandumê pîroz dikin

Piştî diyarbûna encamên referandumê, li welêt bi hezaran kes digel şewba Kovîd-19ê daketin kolanan û pîrozbahî li dar xistin.

Li Şîliyê di xwepêşandanên dijî hikûmetê da, ku cotmeha 2019an dest pê kir, zêdeyî 5 mehan dewam kir û wekî "teqîna civakî" hat binavkirin û her wiha bû sedema talan û bûyerên civakî, jinûva nivîsîna destûrê yek ji daxwazên sereke yên xwepêşandêran bû. Her wiha di van xwepêşandanan da zêdeyî 30 kesî hatibûn kuştin, zêdeyî 4 hezar kesî jî birîndar bûbûn .

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE