Li şûna McGurk James Jeffrey hat tayînkirin

Nûnertiya Taybet a Têkoşîna Dijî DEAŞê ya Serokê Amerîkayê Brett McGurkê Balyozê berê dimeşand.

Li şûna McGurk James Jeffrey hat tayînkirin

Serokê Emerîkayê Donald Trump ji bo nûnertiya têkoşîna li dijî DEAŞê nûnerê taybet ê Sûriyeyê James Jeffrey tayîn kir.

Berdevkê wezareta derve ya Emerîkayê Robert Palladino derbarê mijarê de daxuyanî da û got “Nûner Jeffrey dê nûnertiya taybet a koalîsyona dijberê DEAŞê bike û têkiliyên wezareta derve û ya di navbera koalîsyonê de bi rê ve bibe.”

Her wiha hat gotin dê Jeffrey nûnertiya xwe ya Sûriyeyê bidomîne û vekişîna leşkerên Emerîkayê ya ji Sûriyeyê jî kordîne bike.

Berê nûnertiya têkoşîna li dijî DEAŞ’ê ya Trump ji aliyê Brett McGurk ve dihat kirin.

McGurk di 5 salan de li Iraqê kir ku aloziyeke ji ber nijadî û mezhebî derkeve û bingeheke DEAŞê ava bibe. Piştre li Sûriyeyê têkiliyên baş ligel rêxistina terorî YPG/PKKê dimeşandin.

McGurk li Iraqê pêşiya avabûneke Federal vekir, heman tiştî xwest li Sûriyeyê jî bike. Ji bo vê yekê hişt ku bakurê Sûriyeyê bikeve destê şaxa rêxistian terorî PKK/PYD’ê.

Ji ber biryara vekişînê ya Emerîkayê di 19ê Kanûnê de McGurk ji erkê xwe istîfa kir.

Serok Trump jî gotibû ji xwe di sibatê de erkê McGurk diqediya, lê niha istîfa kir û şovmeniya medyayê dike.

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 15:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE