Li sînorê Malezya-Taylandê 154 marên kobra hatin girtin

Polêsê Taylandê 154 marên kobra yên hewl didan bi rêyên dereqanûnî ji welêt derxin girtin.

Li sînorê Malezya-Taylandê 154 marên kobra hatin girtin

Li Perlîsa eyaleta Malezyayê ya nêzî sînorê Taylandê polêsan 154 marên kobra yên hewl didan bi rêyên dereqanûnî ji welêt derxin girtin.

Rodzi Ebu Hesenê rayedarê Yekeya Ewlekariya Sînor diyar kir ku ji gundê Kolamê a 100 mêtro nêzî sînor îxbar hat û li ser vê derbasî herêmê bûn û tûrên hêşin dîtin.

Rodzî destnîşan kir ku di wan tûran da 154 marên kobra dîtin û wiha axivî: "Em difikirin ku qaçaxçî ji bo bi rihetî derbasî sînorê Taylandê bibin li benda şevê mane."

Rodzî diyar kir ku ji bo xwedîkirin û kontrolê marên kobra birin Navenda Jiyana Tebiî ya li eyaletê.

Hat îdiakirin ku qaçaxçî hê nehatine dîtin û xebatên lêgerînê dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE