Li Sînorê Xazzeyê pevçûn

Filistîniyek şehîd ket, 3 leşkerên İsraîlê birîndar bûn

Li Sînorê Xazzeyê pevçûn

Li Sînorê Xazzeyê di navbera leşkerên israîlê û filistîniyan de pevçûn derket. di pevçûnê de filistîniyek şehîd ket, 3 leşkerên israîlê birîndar bûn.

Artêşa İsraîlê daxuyaniyek da û îdia kir ku Filistîniyek ji têlên sînor derbas bûye û gule berdaye leşkerên İsraîlê.

Hat gotin 3 leşker birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku leşkerên İsraîlê demildest bersiv dane û êrişkar kuştine.

İsraîlê da xuyakirin ku piştî pevçûnê cihekî girîng a Hamasê hatiye bombekirin.

Şahidên bûyerê anîn ziman ku li bajaroka Huzaayê ya Han Yunusê pêşî dengê çekan hatiye, paşê jî 2 roket hatine avêtin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE