Li sînorê Yêmenê 3 eskerên Erebistana Siûdî hatin kuştin

 Hat ragihandin ku 3 eskerên Erebistana Siûdî li sînorê Yêmenê hatin kuştin.

Li sînorê Yêmenê 3 eskerên Erebistana Siûdî hatin kuştin

 Hat ragihandin ku 3 eskerên Erebistana Siûdî li sînorê Yêmenê hatin kuştin.

Di xebera SPAya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî da hat gotin ku "serbazek û 2 eskerên hêzên çekdar bi tevahî 3 esker dema li herêma Cazanê welat û dînê xwe diparastin hatin kuştin".

Di xeberê da serxweşî dan malbata miriyan û hat diyarkirin ku ji serê berfanbarê vir da li eniya başûr 10 esker hatin kuştin. Der barê sedema mirina eskeran da agahî nehat dayîn.

Hûsiyên Îran piştgiriyê dide wan ên li Yêmenê car caran bi fuzeyan êrîşî Cazan û Necrana li başûrê Erebistana Siûdî dikin û hin caran jî dizîka dikevin van herêman û êrîşî yekîneyên Erebistana Siûdî dikin.

Hûsî ji îlona 2014an vir da Sanaya paytext û hin herêman kontrol dikin. Hêzên koalisyona ku Erebistana Siûdî pêşîkêşiyê dike jî ji adara 2015an vir da li dijî Hûsiyan piştgiriyê didin hikûmeta Yêmenê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE