Ofîsa Kordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) daxuyand li Somaliyê 2,9 milyon kesî ji ber pevçûn û afatên siruştê terka malên xwe kirine.
Ofîsa Somaliyê ya OCHAyê der barê rewşa însanên li Somaliyê da daxuyaniyeke nivîskî weşand û got pevçûn û afatên çêdibin tesîreke mezin li ser jiyana milyonan însanan dikin.
Hat daxuyandin li Somaliyê di navbera mehên çileya paşîn û cotmehê da 520 hezar kesî koç kir, tevahiya welêt hejmara kesên terka malên xwe kirine gihîşt 2,9 milyonî.
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku hewcedariya 5,9 milyon kesan bi alîkariya mirovî heye, heke rewşa welêt wiha dewam bike hejmara van kesan jî wê bigîhêje 7,7 milyonî.
Hat gotin li Somaliyê 3,5 milyon kes jî tengasiya xwarin û xurekan dikşînin.
AA