Li Somaliyê cezayê îdamê dan 2 eskerên AMISOMê

Li Somaliyê cezayê îdamê dan 2 eskerên AMISOMê yên ku 7 sivîl kuştibûn

Li Somaliyê cezayê îdamê dan 2 eskerên AMISOMê

Li Somaliyê cezayê îdamê dan 2 eskerên girêdayî Mîsyona Somaliya Yekîtiya Afrîkayê (AMISOM) ku 7 sivîlên mesûm kuştibûn.

Li gor nûçeya Têlevizyona Neteweyî ya Somaliyê dadgeha AMISOMê ya li paytext Mogadîşuyê ye di doza ji ber kuştina 7 sivîlan dewam dikir da biryar da. Dadgehê ji ber 7 sivîlên ku di meha tebaxê da li bajaroka Golweynê hatibûn kuştin cezayê îdamê li 2 eskerên AMISOMê birî û ji bo 3 eskeran jî 39 sal cezayê hepsê birî.

AMISOMê der barê bûyera ku qewimî da di 10ê Tebaxê da daxuyanî dabû û îdia kiribû ku endamên Eş Şebaba rêxistina terorê êrîşî yekîneya wan kirine û li ser wê lêpirsînê dest pê kiribû.

AMISOM di qada ewlehiyê da piştevaniya hikûmeta Mogadîşuyê dike lê car caran şêniyên welêt û hikûmet dibêjin ku endamên AMISOMê bi zanetî sivîlan dikujin û destdirêjiyê dikin.

Li welêt di bin banê AMISOMê da ji welatên curbecur ên Afrîkayê nêzî 20 hezar esker cî digirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE