Li Somaliyê di êrîşa Eş-Şebabê da 3 kes hatin kuştin

Li Somaliyê di êrîşa Eş-Şebabê da 3 kes hatin kuştin

Hat ragihandin ku li Somaliyê di êrîşa rêxistina terorê ya Eş-Şebabê da 3 kes hatin kuştin, 4 kes jî birîndar bûn.

Polês Huseyîn Jîbrîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, li herêma Şabela Jêrîn a welêt di êrîşa bibombe da pireyek kirin hedef.

Jîbrîl daxuyand ku ji dûr va bi kumandayê êrîş hat kirin û 3 kes hatin kuştin, 4 kes jî birîndar bûn.

Hat gotin ku Eş-Şebaba rêxistina terorê êrîş hilda ser xwe.

Eş-Şebab timî li deverên cuda yên welêt hêzên ewlehiyê û sivîlan dixe hedef.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE