Li Somaliyê êrîşa bombeyî: 73 kuştî

Li Mogadîşuya paytextê Somaliyê di êrîşa bombeyî da li gor agahiyan 73kes hatin kuştin.

Li Somaliyê êrîşa bombeyî: 73 kuştî

Hat ragihandin hejmara kesên di êrîşa bombeyî ya li Mogadîşuya paytextê Somaliyê da hatin kuştin derket 73yan.

Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê li nêzî navenda gumrukê wesaîta bombebarkirî dema otobêsa xwendekarên zanîngehê tê da bûn derbas dibû hat teqandin.

Mihemmed Yûsifê hekîmê rêvebirê Nexweşxaneya Medîneyê destnîşan kir cinazeyê 73 kesan anîne nexweşxaneyê.

Omer Mehmûdê Şaredarê Mogadîşuyê diyar kir piraniya kesên di êrîşê da hatin kuştin xwendekarên zanîngehê û xwendekarên dibistanên din in.

Îsmaîl Muxtarê Berdevkê Hikûmeta Somaliyê daxuyanî da ajansa Associated Pressê û diyar kir gelek kes rakirine nexweşxaneyan û îhtimal heye jimara kesên kuştî zêde bibe. 

Ji ber teqînê li derdorê xisareke mezin çêbû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE