Li Spaniyayê di 24 saetên dawîn da 143 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Spaniyayê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 143 zêde bû û derket 26 hezar û 621an.

Wezareta Tenduristiyê daneyên ser Kovîd-19ê rojane kirin.

Li gor daneyan, li welêt jimara miriyan duh wek 179 hat eşkerekirin, ev jimar îro daket 143yan.

Ji 18ê adarê vir va jimara miriyan herî kêm îro ye.

Li welêt jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin jî derket 26 hezar û 621an.

Jimara kesên ku li gor testên PCRyê vîrus di wan da hatiye tesbîtkirin jî di 24 saetên dawîn da 621 zêde bûn û derket 224 hezar û 390î.

Ji aliyê din va jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da qenc bûn jî 2 hezarî zêdetir bû û derket 133 hezar û 166an.

Li Spaniyayê pêvajoya normalîzebûnê jî peyderpey dewam dike. Dema rewşa derasayî ya ku di 14ê adarê da ji ber Kovîd-19ê hat îlankirin jî di 24ê gulanê da kuta dibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE