Li Îspanyayê bi 100 hezar û 760 pêketiyî va hejmara herî zêde ya rojane hat tomarkirin

Li Îspanyayê bi 100 hezar û 760 pêketiyî va hejmara herî zêde ya rojane hat tomarkirin

Li Îspanyayê di şewba Kovîd-19ê da di 24 saetên dawîn da 100 hezar û 760 pêketî hatin tesbîtkirin.

Li gorî daneyên Wezareta Tendurisiyê, hejmara giştî ya pêketiyan derket 6 milyon û 133 hezar û 57an, hejmara nexweşên aktîf derket 994 hezar û 330î, ya nexweşên di unîteya nexweşên giran da jî derket 1773yan.

Di 24 saetên dawîn da 100 hezar û 760 pêketî hatin tesbîtkirin. Bi vî awayî ji Sibata 2020î vir va ku şewbê dest pê kiribû, "hejmara herî zêde ya rojane ya pêketiyan" hat tomarkirin.

Li Îspanyayê her wisa hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin jî 78 zêde bû û derket 89 hezar û 331ê, ya kesên baş bûn jî derket 5 milyon û 49 hezar û 396an.

Li welêt zêdeyî 86 milyon û 646 hezar û 240 dozî aşî hat kirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE