Li Îspanyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19yê mirin gihîşt 20 hezar û 453yan

Li welêt hejmara kesên ji ber Kovîd-19yê mirin di 24 saetan da 410 kes zêde bû û gihîşt 20 hezar û 453yan

Li Îspanyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19yê mirin gihîşt 20 hezar û 453yan

Li Îspanyayê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 410 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 120 hezar û 453yan, lê ev rêje di 5 hefteyên dawîn da bû rêjeya herî kêm.

Wezareta Tenduristiyê agahiyên der barê Kovîd-19ê da rojane kir.

Ji ber Kovîd-19ê duh 585 kes miribûn û îro hejmar dakete 410î.

Ev rêje di 5 hefteyên dawîn da rêjeya herî kêm e, herî dawîn di 22yê Adarê da rêjeya herî kêm bi mirina 394 kesan va hatibû eşkerekirin.

Li Îspanyaya hewl dide leza belavbûna nexweşiyê kêm bike hejmara miriyan a herî zêde di 2yê Nîsanê da gihîştibû 950 kesî.

Wezaretê daxuyand hejmara miriyan derket 120 hezar û 453yan.

Hejmara waqieyan li gor do 4 hezar û 218 kes zêde bû û derkete 195 hezar û 944an.

Hejmara kesên bi vîrusê ketin û baş bûn jî di 24 saetan da 695 kes zêde bû û gihîşt 77 hezar û357an.

Hikûmetên Madrîd û Katalonyayê qeydên cinazeyan û waqiayên bişik in jî ji xwe ra bingeh hildidin û hejmara kesên ji ber vîrusê mirine zêdetir eşkere dikin.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez duh daxuyand di hin qadên vcivakî û aboryê da sînordarkirin wê bên kêmkirin, lê rewşa derasayî wê heta 9ê Gulanê dewam kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE