Li Îspanyayê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 440 zêde bûn û derket 22 hezar û 157an.
Wezareta Tenduristiyê daneyên ser Kovîd-19ê rojane kirin.
Li welêt di 21ê nîsanê da 430, di 22yê nîsanê da 435 û îro jî 440 kes mirin.
Heta niha bi tevahî 22 hezar û 157 kes ji şewbê mirin.
Li welêt jimara kesên ku di wan da vîrus hatiye tesbîtkirin li gor duh 4 hezar û 635 zêde bûn û derket 213 hezar û 24an.
Jimara personelên tenduristiyê yên ku vîrus kişiya wan jî di 24 saetên dawîn da 1202 zêde bûn û derket 34 hezar û 355an.
Heta niha ji 88 hezarî zêdetir kes jî ji Kovîd-19ê filitîn û qenc bûn.
Li welêt rewşa derasayî 15 rojên din jî hat dirêjkirin.
AA