Wezareta Tenduristiyê ya Îspanyayê ragihand ku jimara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 84an.
Di parvekiririna Wezareta Tenduristiyê ya ji ser hesabê Twîtterê da hat ragihandin ku di nexweşên ku bi Kovîd-19ê ketine da jimara miriyan derket 84an, jimara nexweşên ku bi vîrusê ketine jî bi tevahî 2 hezar û 968 e.
Li Îspanyayê duh jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin wek 55 vê sibê jî wekî 64 hatibû eşkerekirin.
Li Ewropayê piştî Îtalyayê cihê ku herî zêde ev vîrus lê tê dîtin Îspanya ye û mirin herî zê îro çêbû.
Wezaretê ragihand ku nîvê jimara mirî û weqayan li paytext Madrîdê ne.
Li gor daneyên fermî yên der barê şewba Kovîd-19ê yên ku li tevahiya welêt tên dîtin cihên ku jimara weqayan lê herî zêde ne wekî Madîrd (1388), Bask (346), Katalonya (260), Rîoja (205) û Endulus û Castîlla y La Mancha (115) hat rêzkirin.
Ji aliyê din va hat ragihandin ku di çarçoveya tevdîrên ku dijî Kovîd-19ê hatin sitandin da parlementoya Îspanyayê du hefte navber da xebatên xwe.
AA