Li Îspanyayê OHAL hat dirêjkirin

Îspanyayê ji ber Kovîd-19ê OHAL heta 7ê hezîranê dirêj kir

Li Îspanyayê OHAL hat dirêjkirin

Li Îspanyayê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 14ê adarê vir va rewşa derasayî (OHAL) dihat sepandin û di 24ê adarê da jî dema wê radibe, lê Meclisa Îspanyayê biryar da ku OHAL heta 7ê hezîranê dirêj bibe.

Biryara dirêjkirinê li ser pêşniyaza hikûmeta koalîsyonê ya çepgir hat dayîn. 

Hikûmet cara 5emîn e ku OHALê dirêj dike. 

Di têkoşîna şewbê da li meclisê piştgiriya hikûmetê roj bi roj kêm dibe, rastgir û partiyên cudaxwaz ên li Katalonyayê rexneyên xwe zêdetir dikin.

Serokwezîrê Îspanyayê bang kir ku "li dijî vîrusa koronayê bibin yek da ku serkeftin were bidestxistin".

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE